Erdhejeke din li Helebçe, Şarezûr û Celewla çêbû
Erdheja Helebçe demjimêr 04:55:00 sibehê 10 kîlometran dûrî başûrê rojavayê Helebçe bû û hêza wê li gorî pîvana rexter 4 pile û nîv bû.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro du erdhej li sînorên parêzgeha Helebçe û navçeyên başûrê rojhilatê Celewla li sînorên Parêzgeha Diyala qewimîn.
Desteya keşnasî û erdhejan li Iraqê belav kir, ku erdheja diwem demjimêr 04:55:00 sibehê 10 kîlometran dûrî başûrê rojavayê Helebçe bû û hêza wê li gorî pîvana rexter 4 pile û nîv bû.
Desteyê diyar kir, ku erdheja yekem hêza wê kêmtir bû, ew jî demjimêr 01:59:28 berbangê bi dûriya 21 kîlometran ji rojhilatê Celewlayê qewimî.
Di roja 12ê Mijdara derbasbûyî de, erdhejeke bihêza 7.3 pleyan li gorî pîvana rexter li navçeyên sînorî di navbera Iraq û Îran de qewimî û di encama wê de li parêzgeha Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê û li parêzgeha Helebçe li Herêma Kurdistan gellek canî û malî li welatiyan bûn.