Iraq red dike dorpêçê ji ser firîngehên Herêma Kurdistanê rake
Hedîsî: Ji bo rakirina dorpêça ezmanî, divê rêvebiriya herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê bi temamî li jêr desthelata hikûmeta federalî bin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê hikûmeta Iraqê Se'ed Hedîsî eşkere kir, ku ti demeke diyarkirî ji bo rakirina dorpêçê ji ser firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê nehatiye danîn. Hedîsî got: "Ji bo rakirina dorpêça ezmanî, divê rêvebiriya herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê bi temamî li jêr desthelata hikûmeta federalî bin."
Navhatî tekez kir, heya niha tinîşanek ji bo rakirna dorpêçê ji ser herdu firîngehên Herêma Kurdistanê tine ye.