Ebadî di gotara serkeftinê de, navê Pêşmerge û Amerîka neanî
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro peyamek bi navê gotara serkeftinê belav kir û tê de navê hêza Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê neanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro peyamek bi navê gotara serkeftinê belav kir û tê de navê hêza Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê neanî.
Di gotarê de, Ebadî pesnê helwesta yek ji lêvegerên mezin yê Şîe Elî Sîstanî da, ji bo derxistina fetweya cîhadê li dijî DAIŞê.
Hevdem, spasiya tevahiya grûp û çekdarên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir. Herwiha spasiya Heşda hozên Suneyan jî kir.
Di peyamê de, Ebadî bi ti awayekî behsa Pêşmerge nekir û amaje bi wê da, serkeftina biser DAIŞê de hevdem bû ligel serkeftina li ser plana perçekirina Iraqê bû, ku mebest wî belavkirina artêş û Heşdê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê bû.
Hevdem di peyamê de, Ebadî tenê bi xêzekê spasiya hemû ew welat û rêxistinên navdewletî yên hevkariya Iraqiyan kirine, kir û behsa rola Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê nekir.
Îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotarekê de bidawîhatina DAIŞê li Iraqê ragihandibû.