Cemal Êmînkî bo Ebadî: Cîhan şahidiyê ji rola Pêşmerge re dide

Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ragihand, ji ber serkeftina hêza Pêşmerge di şerê Pirdê de û rûbirûbûna leşkerkişandina Heşd û artêşê bi ser Herêma Kurdistanê de, bûn sedema kina li hember Pêşmerge.

K24 – Navenda Nûçeyan

Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ragihand, ji ber serkeftina hêza Pêşmerge di şerê Pirdê de û rûbirûbûna leşkerkişandina Heşd û artêşê bi ser Herêma Kurdistanê de, bûn sedema kina li hember Pêşmerge.

Ferîq Cemal Êmînkî ji K24ê re ragihand, hêza Pêşmerge gelekî ji wê mezintir e ku navê wê ji aliyê Ebadî biçûk bibe, ji ber ku cîhan şahidê rola Pêşmerge ye di şerê li dijî teroristên DAIŞê de.

Herwiha got: Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê baştirîn şahid e ku di şerê Mûsilê de heger Pêşmerge nebûya, Ebadî û leşkerên Iraqê nedikarîn ti gavek biavêtina.

Diyar kir jî, ne tenê Ebadî xwediyê wê serkeftinê ye p niha Hevpeymaniya Navdewletî li vir in û dizanin çi rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hebû.

Tekezî li ser wê kir, Heger hevkariya Pêşmerge nebûya, bi ti awayekî hêzên Iraqê nidikarîn ti gavekê berve pêşve biavêtana.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro peyamek bi navê gotara serkeftinê belav kir û tê de navê hêza Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê neanî.

Di gotarê de, Ebadî pesnê helwesta yek ji lêvegerên mezin yê Şîe Elî Sîstanî da, ji bo derxistina fetweya cîhadê li dijî DAIŞê.

Hevdem, spasiya tevahiya grûp û çekdarên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir. Herwiha spasiya Heşda hozên Suneyan jî kir.

Di peyamê de, Ebadî bi ti awayekî behsa Pêşmerge nekir û amaje bi wê da, serkeftina biser DAIŞê de hevdem bû ligel serkeftina li ser plana perçekirina Iraqê bû, ku mebest wî belavkirina artêş û Heşdê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê bû.

Hevdem di peyamê de, Ebadî tenê bi xêzekê spasiya hemû ew welat û rêxistinên navdewletî yên hevkariya Iraqiyan kirine, kir û behsa rola Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê nekir.