YNK bê sikirtêr dimîne
YNK dixwaze sîstema navxweyî rast bike û postê sikirtêrî giştî di wê partiyê de nemîne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî koça dawî ya sikirtêrê giştî ê YNK Mam Celal, kêşeyên navxweyî di nav rêzên YNK de zêde bûn, niha jî YNK dixwaze kongirê xwe lidar bixe û da kêşeyên xwe care bike, berî kongir jî YNK dixwaze sîstema navxweyî rast bike û postê sikirtêrî giştî di wê partiyê de nemîne, dibe ku ev jî bizavek be, da di kongir de nakokî li ser postê yekem çênebin.
Peyvdarê encûmena navendî a YNK Letîf Nêrweyî ji Kurdistan24ê re got: "Emê sîstema navxweyî a YNK rast bikin, yek ji wan movikên sîstemê girêdayî postê sikirtêrî giştî ye, di baweriya me de, postê sikirtêr di vê onaxê de nemîne."
Got jî: "Heya radeyekê nîv hevdengiyek di nav rêzên YNK de çêbûye ji bo encamdana kongir, lê heya niha biryar nehatiye stendin li ser destnîşankirina dema wî, bi me baş e heya meha Sibata dahatî kongir bê lidarxistin, da ku em bikaribin canekî nû bixin laşê YNK dê."