Mişextên 16ê Cotmehê bersiva Ebadî didin

"Heger ne ji xiyanetê ba, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi hevkariya Îranê, wê nikarîbana wan navçeyan dagîr bikin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Mişextên Kerkûk û Dûzxurmatû bersiva serokwezîrê Iraê Heyder Ebadî didin û dibêjin: "Heger ne ji xiyanetê ba, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi hevkariya Îranê, wê nikarîbana wan navçeyan dagîr bikin."

Herweha ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurdan li Bexdayê dixwazin ku ji mafên gelê Kurdistanê danekevin daku Ebadî zêdegaviyan neke.