Seidî Pîre: Ebadî xwe bê hêz dike û baweriyê jidest dide

Seidî Pîre: Ebadî bi van daxuyaniyên xwe baweriyê jidest dide û pêgeha xwe bêhêz dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YNK Seidî Ehmed Pîre di konfiransekî rojnamevanî de, li ser pirsa helwesta YNK beramberî daxuyaniyên serokwezîrê Iraê Heyder Ebadî, ku dema behsa DAIŞê kiribû behsa rola Pêşmerge nekiribû got: Ne Ebadî û ne kesekî din nikare rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de jibîr bike, ku roleke gellekî qaremane di kontrolkirina naçeyên jêr destê wê girûpê de lîstin.

Got jî: "Ebadî bi van daxuyaniyên xwe baweriyê jidest dide û pêgeha xwe bêhêz dike".

Derbarê postê parêzgarê Kerkûkê jî Seidî Pîre got: "Hîn diyalog li ser postê parêzgarê Kerkûkê berdewam e, dema ku 21 endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê amadeyî civînê bibin, wê ew post bê yakalîkirin".