Hêzên Pêşmerge ji wezareta derve ya Amerîka dilgiran in

Helgurd Hikmet: Navûdengê Pêşmerge li tevahiya cîhanê belav bûye û Pêşmerge bûn sîmbola parastina mirovatiyê li cîhanê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê hişyarî û ragihandinê di wezareta Pêşmergên Herêma Kurdistanê de Helgurd Hikmet ragihand, serokwezîr û desthilatdarên Iraqê nikarin rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de piştguh bikin, ji ber ku di wî şerî de Pêşmerge bi şahidiya hemû cîhanê karî wê girûpê jinav bibe û navûdengê Pêşmerge li tevahiya cîhanê belav bûye û Pêşmerge bûne sîmbola parastina mirovatiyê li cîhanê.

Derbarê daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka, ku behsa nav û rola hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de nekiriye Helgurd Hikmet got: "Wek Pêşmergên Kurdistanê, em ji peyama wezareta derve ya Amerîka dilgiran in, tevî ku em dizanin ku wezareta derve li hemû cîhanê tenê kar li gel welatan dike û wekî ku ji erkê wezareta berevaniya Amerîka ye behsa hêzên Pêşmerge bike, ne ji erkê wezareta derve ye û berî niha jî wezareta berevaniya Amerîka rola hêzên Pêşmerge berçav girtibû."