Qedexeya li 51 mezrik û gundên Diyarbekir bi dawî bû

Parêzgeriya Diyarbekir bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya 51 gund û mezrikên 5 navçeyên Diyarbekir a 8’ê Berfenbarê hatibûn ragihandin îro 10.12.2017 demjimêr 08.00’ê hatiye rakirin. Di daxuyaniyê de spasiya nîştecihên qedexeyê jî hat kirin kul i gorî biryarê tevgeriyan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Diyarbekir di 8’ê Berfenbarê rojanê înê de  li 5 navçeyên Diyarbekir ên wek Licê, Karaz, Hezro, Farqîn û Pasûrê; di 51 gund û mezrikan de ji bo operasyona li hemberî PKK’ê ji demjimêr 05.00’ê pê de qedexeya derketina kolanan ragihandi bû. Parêzgeriyê îro (10.12.2017) da zanîn ku demjimêr 08.00’ê pê de qedexeya derketina kolanan bi dawî bû ye.