Lahor jî behsa mîlîşyayên Îranê li Kerkûkê dike
Lahor Cengî di çarçova beşdariya di Kongreya Menameyê ya taybet bi dosyên herêmî de, pirsa karvedana Amerîka li hember hejmûna Îranê li Iraq û Sûriyê dike, dipirse jî ta kengî li benda siyaseta Amerîka bin ji bo kêmkirina hejmûna Îranê li Kerkûkê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Lahor Cengî di çarçova beşdariya di Kongreya Menameyê ya taybet bi dosyên herêmî de, pirsa karvedana Amerîka li hember hejmûna Îranê li Iraq û Sûriyê dike, dipirse jî ta kengî li benda siyaseta Amerîka bin ji bo kêmkirina hejmûna Îranê li Kerkûkê.
Di çarçova panela rêveberê berê yê dezgeha hewlgîriyê ya Amerîka general David Petraeus de, Lahor Cengî yê ku ji aliyê beşeke berçav ya serkirdayetiya YNKê ve bi endezyarê anîna Heşda Şeibî û xiyanetiya firotana Kerkûkê tê tometbarkirin, pirsa hejmûna Îranê û karvedana Amerîka li hember wê arasteyî Petraeus dike.
Lahor Cengî di pirsa xwe de dibêje: “Berdewam guhê me li belavbûna bandora Îranê li navçê dibe û bi rastî rojane em bi çavê xwe dibînin… Berdewam jî guhê me li siyaseta Amerîka ye ji bo kêmkirina bandora Îranê. Mîlîşyayên Şîe bi alîkariya şêwirmendê zemînî yên Îranê bi çek û tankên Amerîkî êrîşî ser hêza Pêşmerge kirin, ku hevpeymanê Amerîka de di şerê li dijî DAIŞê de ye, lê me dît ku Amerîka ew yek piştguh kir, ta kengî emê li benda siyaseta Amerîka bin, ji bo kêmkirina bandora Îranê li navçê.”
Ev pirsa Lahor Cengî di demekê de ye, roja 16ê Cotmeha bûrî beşek ji berpirsên YNKê bi serperiştiya Fermandarê Feyleqa Qudis ya supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û ligel berpirsên mîlîşyayên Şîe civiyan û Kerkûk radestî wan mîlîşya kirin, ku Lahor Cengî jî wek baskê Îranê tê zanîn.
Ew berpirsê YNKê yê ku ji aliyê beşek ji serkirdayetiya YNKê bi tometa xiyanetiyê tê tawanbarkirin, ji berpirsên Amerîkayê dipirse, ta kengî li benda siyaseta Amerîka bin, ji bo kêmkirina hejmûna Îranê!
Lahur Talabany at IISS Manama Dialogue 2017, Bahrein talking about #Kirkuk and Iranian influence, asking #US when they will push back Iran in the region! He more or less confirms #Iran and Abadi have played them... pic.twitter.com/Z8Wfj6zmkp
— Aram (@AramKrdstn) December 10, 2017