YNK ji aliyê 10 kesan ve tê birêvebirin

"Wê ew deste YNK birêve bibe heya roja lidarxistina kongirê giştî, ku biryar e di roja 31 meha Çile de ji sala 2018an kongir bê encamdan".

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê ofîsa rêxistina YNK Ref'et Ebdella ragihand, polîtbîroya YNK hatiye hilweşandin û biryar e ji bo rêvebirina wê partiyê desteyek ji 10 kesan pêk bê.

Ref'et Ebdella ji dengê Amerîkay re got: "Wê ew deste YNK birêve bibe heya roja lidarxistina kongirê giştî, ku biryar e di roja 31 meha Çile de ji sala 2018an kongir bê encamdan".

Derbarê beşdariya Kosret Resûl û Berhem Salih di kongir de navhatî ti zaniyarî neda.

Ref'et Ebdella, yek ji wan serkirdeyên YNK ye, ku navê wî jî di nav wan serkirdeyan de ye, ku li gel Heşda Şeibî û milîsên Îranî rêketibûn û roja 16ê Cotmeha derbasbûyî Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanî radestî Heşda Şeibî kirin, li gorî zanyariyan, niha ew girûp kar dike ku di kongirê YNKê de desthelata partiyê werbigire û dixwaze kesên dijberî xwe lawaz bike.