"Amerîka alîkariya destpêkirina diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê de dike"

"Amerîka wê pêgeha xwe li Iraqê bihêz bike û di heman demê de wê hejmûna Îranê jî li ser Iraqê kêm bike û ewê Taranê lawaz bike."

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman, eşkere dike ku armanca Amerîka di qonaxa dahatî de ya piştî şerê DAIŞê li Iraqê, ew e ku bandora Îranê li ser Bexdayê û navçeyê lawaz bike û herweha alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike daku ji bo çarekirina kêşeyan dest bi diyalogê bikin.

Douglas Silliman diyar kir, ku Amerîka wê pêgeha xwe li Iraqê bihêz bike û di heman demê de wê hejmûna Îranê jî li ser Iraqê kêm bike û ewê Taranê lawaz bike.

 Navhatî got jî: "Amerîka ji bandor û tevgerên Îranê li navçeyê dilgiran e ji ber ku Taran rêzê li serweriya welatên cîran nagire û berdewam e li piştevanîkirina girûp û milîsên Şîe bi armanca ku rewşa navçeyê têk bidin."