Bi vîdyo.. Îro Pasdar li Qeladizê bûn
Îro hejmarek ji Pasdarên Îranê li nava bajarokê Qeladizê ya ser bi Silêmaniyê ve hatin dîtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro hejmarek ji Pasdarên Îranê li nava bajarokê Qeladizê ya ser bi Silêmaniyê ve hatin dîtin.
Qeymeqamê Qeladizê li ser derketina wan Pasdaran got: “Ew Pasdar civîna wan bi pasewanên sînor re hebûn.”
Hevdem bi belavbûna wêne û vîdyoyên derketina Pasdaran, li Qeladizê nîgeranî li cem xelkê wî bajarokî li dû xwe anî.
Qeladizê bajarokekî li nêzîkî sînorê Îranê ye û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye.