Kerkûk tê şîekirin
"Divê mişext li malên xwe vegerin û bên qerebûkirin, hemû avahiyên partiyên Kurdî bên vegerandin û Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ji Kerkûkê derkevin."
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsên niha yên Kerkûkê bi hemû karînên xwe bizavan ji bo erebkirin û şîekirina wê parêzgehê dikin û ji aliyekî din ve kar li ser dûrxistina berpirsên Kurd ji postên wan dikin.
Bermaber wan kiryar û bizavên berpirsên alîgirên Heşda Şeibî li wê parêzgehê, serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî got: Me doznameyeke heşt xalî radestî her pênc partiyên di nav lîsta Biratî de kiriye daku kar ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê bê kirin.
Rêbwar Talebanî diyar kir, ku di wê doznameyê de hatiye xwestin ku berî her tiştî mişext bi aramî li malên xwe vegerin û bên qerebûkirin, hemû avahiyên partiyên Kurdî bên vegerandin û Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ji Kerkûkê derkevin.