Putin: Kes nikare rêgiriyê li pêwendiyên me û Kurd bike

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ragihand, pêwîst e ew pirsgirêk di çarçova destûrê de bê çareserkirin. Got jî, ti tiştek nikare rêgiriyê li ber pêşvebirina pêwendiyên Rûsya ligel Kurdan bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro li Moskoyê di konferanseke rojnavanî de got: “Referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve çû, piştre Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara rawestandina sirkirina encamên referandûmê da. Pêwîst e hemû gav di çarçova destûra Iraqê de bên kirin, ji bo wê mebestê jî serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bo wê yekê gav avêtine.”

Putin got jî: “Kompanyayên me wek Rosneftê li Iraqê û bi taybet li Kurdistanê kar dikin û ev karkirin di berjewendiya abûrî ya Iraq û Kurdistanê û Rûsyayê de. Ji zû ve pêwendiyên me yên bihêz ligel Kurd hebûye. dizanim jî ev pirs çendî aloz e, lê divê ez wê yekê bibêjim, ti tiştek nikare rêgiriyê li ber pêşvebirina pêwendiyên Rûsya ligel Kurdan bigire.”