Serok Barzanî ligel Pêşmerge roja Ala Kurdistanê pîroz dike

Bi mebesta pîrozkirina roja Ala Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî îro serdana sengerên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mebesta pîrozkirina roja Ala Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî îro serdana sengerên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê belav kir, îro 17 Berçile Serok Mesûd Barzanî serdana hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ligel Pêşmergeyên qehreman roja Ala Kurdistanê pîroz kir.

Wê melaperê diyar kir, di wê serdanê de Serok Barzanê ji bilî lêpirsîna li rewşa Pêşmerge, bi hêza Pêşmerge re Ala Kurdistanê bilind kir.

Îro 17ê Berçile roja niştimanî ya Ala Kurdistanê ye. Her sal di vê rojê de welatiyên Kurdidstanê bi bilindkirina Ala Kurdistanê peymana dilsoziyê didin û parastina serwerî û nirxên netewî dupat bikin.