Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Heşd dixwaze êrîşî Mexmûrê bike
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî bi niyaz in êrîşî bajarokê Mexmûrê bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî bi niyaz in êrîşî bajarokê Mexmûrê bikin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hat, ji dema pênc rojan ve Iraq hêzên xwe li derdora Mexmûrê kom dike.
Herwiha tê de hatiye, Heşda Şeibî bi niyaz e êrîşî ser riya Giwêr – Dîbege – Dubiz bike.
Amaje bi wê jî da, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo rêgirî li derketina şer, hêzên xwe ji Mexmûrê vekişand.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike wê hewlê şerfirotanê rawestîne. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir, şermezariya wê serederiyê bike û ji bo destpêkirina danûstandinan fişarê bixe ser Bexdayê.