Berpirsê muxaberatên Sedam: Piştevaniya xwepêşanderên Silêmaniyê dikim
Berpirsê muxaberatên Sedam Hisên piştevaniya xwepêşandanên Silêmaniyê dike û dibêje: "Ez li kêleka xelkê Silêmaniyê radiwestim".
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê muxaberatên Sedam Hisên piştevaniya xwepêşandanên Silêmaniyê dike û dibêje: "Ez li kêleka xelkê Silêmaniyê radiwestim".
Wefîq Samera`î ku berî niha berpirsê muxaberatên serbazî yê rêjîma Be'is bû û beşdarî di wan tawanan de kiribû ku rêjîma Sedam li dijî gelê Kurdistanê encam dabû, îrodi rûpela xwe ya facebookê de, xwe weke azadîxwazekî dide xuyakirin, piştevaniya xwepêşandanên Silêmaniyê dike, ku di nav de avahiyên hikûmî û hizbî hatine şewitandin.
Samera`î di nivîsa xwe de êrîşî desthelatdarên Herêma Kurdistanê û Hewlêrê dike, û bizavan dike ku derzê di nav xelkê Kurdistanê çêke û derketina welatiyên Silêmaniyê di xwepêşandanan de, bi nîşana mêranî û şaristanî û rewşenbîriyê binav dike.
Wefîq Samera`î ku bi dijminê şoreşên Kurd tê naskirin, di dema dawî de, tevahiya nivîs û gotarên wî li ser facebookê li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê bûn û berevanî li helwest û pêngavên hikûmeta Iraqê yên li dijî xelkê Kurdistanê dikir, vê carê jî berê xwe dide xortên Silêmaniyê û nav di wan dide ku wî karê xwe berdewam bikin heya ku li tevahiya navçeyên din yên Kurdistanê xwepêşandan derkevin.
Di dawiya nivîsa xwe de navhatî dibêje: "çareser ew e ku Bexda destwerdnê di rewşê de bike û welatiyan biparêze û rê li ber siyaseta birçîkirina xelkê bigre û nabe careke din bendewariyê hilbijêre".
Wefîq Samera`î ku heya sala 2008an Şêwirmendê Serokê berê yê Iraqê Mam Celal bû, bi ti awayekî behsa siyaseta birçîkirina xelkê Kurdistanê nake ku ji aliyê desthelatdarên Bexdayê ve ji sala 2014an ve û heya niha tê meşandin, bi sedema birrîna budce û mûçeyê xelkê Kurdistan û tevî çendîn sozên ku hatine dayin, heya niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne amade ye diyalogê li gel Herêma Kurdistanê bike û kêşeyan çareser bike.