Sîrwan Barzanî: Ger kêşeyên Hewlêr û Bexda çareser nebin wê DAIŞ vegere
"Ev xaleke lawaz e ya artêşa Iraqê, ku mefrezeyeke 30 kesî ji sînorên bin desthilata wan bikaribe xwe vedize û êrîşî hêzên Pêşmerge bike."
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê mihwerê Giwêr Mexmûr yê hêzên Pêşmergên Kurdistanê Sîrwan Barzanî, derbarê êrîşa îro ya paşmayên DAIŞê li dijî sengerên Pêşmerge li çiyayê Qereçox, ji Kurdistan24ê re got: "Ew girûpa ku îro êrîş kir ji 30 kesan pêkhatibû û niha termên 8 çekdarên DAIŞê di destê hêzên Pêşmerge de ne".
Herweha got: "Ev xaleke lawaz e ya artêşa Iraqê, ku mefrezeyeke 30 kesî ji sînorên bin desthilata wan bikaribe xwe vedize û êrîşî hêzên Pêşmerge bike."
Herweha Sîrwan Barzanî got: "DAIŞ bi dawî nehatiye, heger kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê neyên çarekirin û artêşa Iraqê destê xwe nexe destê hêzên Pêşmerge de, egereke mezin heye ku çekdarên DAIŞê dubare serî hildin û vegerin û dibê ku ziyanên dahatî ji yên derbasbûyî metrisîdartir bin."
Her derbarê êrîşa îro ya paşmayên DAIŞê li dijî sengerên Pêşmerge li çiyayê Qereçox, Sîrwan Barzanî got: "Hêzên hevpeymanan li ser wê êrîşê hatin haydarkirin û wan jî ji me gotin: "Heger pêwîst be emê bi êrîşên ezmanî alîkariya Pêşmergeyan bikin" û got jî: "Hevpeymana di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymana navdewletî de berdewam e".
Li ser pirsa tevgera Heşda Şeibî li wê navçeyê, Sîrwan Barzanî got: "Tevî ku ti aliyek ne li gel şer e, lê tevgera Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li wan navçeyan zêde bûne û ji bo her egereke nexwestî Pêşmerge di amadebaşiyê de ne". Lê bi gotina Sîrwan Barzanî: "Hêzên Iraqî ji Hevpeymana Navdewletî re tekez kirine ku ew êrîşî sengerên Pêşmerge nakin."