Li Kifrî qedexeya derketina derve hat ragihandin
Qayimqamiya Kifrî: ji demjimêr (08:00)ê şevê ve, ji bilî hêzên emnî, derketina derve li nav bajarê Kifrî ji welatiyan re qedexe ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Navenda ragihandinê ya qayimqamiya Kifrî di daxuyaniyeke haydarkirinê de, ku wêneyekî wê gihiştiye dest Kurdistan24ê, qedexeya derketina derve li bajarokê Kifrî ragihand.
Di wê daxuyaniyê de hatiye: "Em tevahiya welatiyên bajarê Kifrî haydar dikin ku ji demjimêr (08:00)ê şevê ve, ji bilî hêzên emnî, derketina derve li nav bajarê Kifrî ji welatiyan re qedexe ye.