Li Çemçemal îşev derketin qedexe ye û sibe dewam tine ye
Qayimqamiya Çemçemal: Her kesê ku vê haydariyê binpê bike, wê li gorî yasa serederî li gel wî bê kirin û bi tundî wê bê sizadan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Qayimqamiya Çemçemal ragihand, desthelata emnî ji bo hêzên serbazî hatiye radestkirin îşev derketina derve qedexeye û sibe jî dewamê fermî tine ye.
Navenda ragihandina Qayimqamiya Çemçemal di daxuyaniyekê de ku wêneyekî wê gihiştiye Kurdistan24ê ragihand: "Li gorî rasipardeya ji aliyên bilind hatiye, em tevahiya akinciyên qeza Çemçemal haydar dikin, ku tevahiya desthelatên komîta emnî ji bo desthelata serbazî hatiye radestkirin û ji aliyê fermande (Cemale Sûr) ve serperistiya hêzên emnî û serbazî tê kirin, lewra ji demjimêr 8ê îşev derketina derve qedexe ye".
Herweha hatiye: "Her kesê ku vê haydariyê binpê bike, wê li gorî yasa serederî li gel wî bê kirin û bi tundî wê bê sizadan".
Daxuyanî dibêje: "Sibe çarşemê, ji bilî dezgehên emnî û hewarçûnê, li tevahiya dam û dezgehên sînorên Çemçemal bihnvedana fermî ye".