Li ser daxwaza Heval Ebûbekir weşana NRT hat rawestandin
Li gorî wê fermanê ku wezîrê rewşenbîriya Herêma Kurdistanê li ser îmze kiriye, weşana kenalên NRT ji bo heyama hefteyekê hat rawestandin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li ser daxwaza parêzgarê nû yê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ku ser bi Tevgera Goran ve ye, wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê biryara rawestandina weşana herdu kenalên NRT (Kurdî û Erebî) da.
Li gorî wê fermanê ku wezîrê rewşenbîriya Herêma Kurdistanê li ser îmze kiriye, weşana kenalên NRT ji bo heyama hefteyekê hat rawestandin.
Di fermana wezarî de hatiye: "Li ser daxwaza beşê monîterîng di wezareta me de û pêwendiya telefonî ya ya birêz Heval Ebûbekir parêzgarê Silêmaniyê, ku kenalên NRT Kurdî û Erebî navtêdana xelkê dikin daku xwepêşandanan û karên tundiyê bikin, di encama wan karan de jî baregehên hizbî û fermangehên hikûmî hatin şewtandin, lewra me biryar da bi rawestandina kenalên navhatî ji bo heyama hefteyekê ji roja derketina vê biryarê".
Ev jî piştî wê yekê hat, ku dozgerê giştî bi nivîseke fermî daxwaz ji dadgeha lêkolînê ya Silêmaniyê kiribû ku weşana kenala NRT rawestîne bi tometa ku ew navtêdana tundî û tevliheviyê dike.
Ev bûn çend roj li çend navçeyên parêzgeha Silêmaniyê karên tundî û tevliheviyê diqewimin û di encama wan karan de hejmarek kes cane xwe jidest dane û hin kesên din jî birîndar bûne û kenala NRT bi yek ji fakterên çêbûna wan tevliheviyan tê naskirin.
.jpg)
