Baregeha liqê 11an yê Partî li Raperîn hat şewitandin

Umer Xidir: Endam û kadirên Partî bi selametî ji avahiyê derketin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê liqê 11an yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Ranya Umer Xidir  ragihand, piştî bizavên xwepêşanderan ji bo êrîşkirinê li ser avahiya liqê, ew neçar bûn avahiyê vala bike daku bûyerên nexwestî çênebin, lê piştî valakirinê ew avahî ji aliyê xwepêşanderan ve hat şewitandin.

Hewreha Umer Xidir diyar kir, ku endam û kadirên Partî bi selametî ji avahiyê derketin.