PDK: Nahêlin bûyer bibin sedema neşîrînkirina ezmûna Kurdistanê
Polîtburoya Partiya Dermokrat a Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê xwepêşandanên parêzgehên Silêmanî û Helebce de radigihîne, xwepêşandan bi mafê xelkê dizanin, lê ew li dijî destdirêjî û êrîşkirina li ser cihên giştî, dam û dezgehên hikûmî û baregehên partiyan e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîtburoya Partiya Dermokrat a Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê xwepêşandanên parêzgehên Silêmanî û Helebce de radigihîne, xwepêşandan bi mafê xelkê dizanin, lê li dijî destdirêjî û êrîşkirina li ser cihên giştî, dam û dezgehên hikûmî û baregehên partiyan e.
Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatiye: “Tevî ku xwepêşandan bi mafê xelkê dizanin bo daxwaza mafên xwe yên rewa ku bi temamî ligel prensîbên mafên mirovan û demokrasiyê digunce. Dengê me jî ligel wan dengên pak in ku daxwaza başkirina jiyana xelkê dikin.”
Herwiha hatiye jî: “Di heman demê de, li dijî destdirêjî û êrîşkirina li ser cihên giştî, dam û dezgehên hikûmî û baregehên partiyan e, ku di vir de kiryar û reftarên hin xwepêşander bi temamî ji cewher û naveroka xwe ya sivîl derketine û ew xwepêşandan veguhertine xwepêşandaneke çekdarî.”
Polîtburoya PDKê amaje bi wê kir, diyar e ajawekaran armanckirina baregehên PDKê xistina seriyê aramcên xwe. PDKê daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir bi erkên xwe rabin û canê wan kesên di wan dezgehan de kar dikin biparêzin û nehêlin ew bûyer bibin sedema neşîrînkirina ezmûna Kurdistanê.
Polîtburoya PDKê di beşeke din gotiye, daxwaz ji her aliyekî dikin bi berpirsyane serderiyê ligel wê hilmeta nebaş û ne şaristanî bikin ku gef e li Herêma Kurdistanê û ezmûna demokrasiyê dike.