Wezîra Bergîriyê ya Almanya: Bi hevkariya Pêşmerge berdewam dibin

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û pesnê hevbeşî û hevahengiya di navber Pêşmerge û hêzên Almanî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û pesnê hevbeşî û hevahengiya di navber Pêşmerge û hêzên Almanî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê, amadebûna welatê xwe ji bo berdewamiya li ser hevkarîkirina Pêşmerge nîşan da û tekez kir, Pêşmerge cihê baweriyê ye û rahênan û hevkariya Almanya ji bo Pêşmerge bi awayekî din berdewam dibe.

Li gor nûçeya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, duh êvarê şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serkwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel Wezîra Bergiriyê ya Almanya civiya bû.

Wezîra Bergiriyê ya Almanya di civînê de nîgeraniya xwe ji rewşa di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de derbirî û hêvî xwast pirsgirêkên her du aliyan bi riya diyalogê bêne çareserkirin û piştgîrî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê bi erkê welatê xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî spasiya pêşwaziya li şandeya Herêma Kurdistanê hatiye kirin kir û spasiya hevkarî û alîkariyên Almanya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike kir û got ku, serdana wezîra bergiriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen bo Herêma Kurdistanê û serdankirina hêzên almanyayî li Kurdistanê serdaneke giring bû. Serowkezîr xwesteke Herêma Kurdistanê diyar kir ku dixwaze têkeliyên xwe digel Almanyayê ber bi pêşve bibe û got ku hêşta ew sedemên dirustbûan DAÎŞê li Îraqê ji holê nehatine rakirin û eger ew sedem çareser nebin, egera serhildana DAÎŞê heye û ji ber hindê Herêma Kurdistanê daxwaza piştgiriyê li Almanyayê dike.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku herêma Kurdistanê amade ye di paşerojek nêzîk de hilbijartinan bike û ji bona derbaskirina rewşa dijwara êkonomî daxwaz ji Almanya kir ku bi rêya AMF hevkariyê bike ji bo dabînkirina budce û pişka Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve.

Serokwezîr tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze li gor destûra Îraqê hemû pirsgirêkan digel Bexdayê çareser bike û di vê çarçoveyê de daxwaza alîkariyê ji Almanya û welatên dost kir  fişarê li ser Îraqê zêde bikin daku dest bi danûstandina bike.