PAK banga rawestandina aloziyên li Kurdistanê dike

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) banga gelê Kurdistanê dike ku aloziyên li Kurdistanê bêne rawestandin, destkeftiyên Kurdan berhewa nebin û Kurd bizanin ku ev lîstîka xêrnexwazên Kurdistanê ye. Di daxuyaniya xwe de PAK ji hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê jî dixwaze ku ji bo çareserkirina pêwîstî û pirsgirêkên gelê Kurdistanê bernameyeke maqûl û guncaw diyar bike.

K24 – Diyarbekir

Partîya  Azadîya Kurdistanê (PAK)  banga gelê Kurdistanê dike ku aloziyên li Kurdistanê bêne rawestandin, destkeftiyên Kurdan berhewa nebin û Kurd bizanin ku ev lîstîka xêrnexwazên Kurdistanê ye. Di daxuyaniya xwe de PAK ji hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê jî dixwaze ku ji bo çareserkirina pêwîstî û pirsgirêkên  gelê Kurdistanê bernameyeke maqûl û guncaw diyar bike.

Li ser navê PAK’ê derbarê aloziyên li Kurdistanê de daxuyanî nivîskî hat belavkirin. Di daxûyaniyê de PAK radigihîne ku, bi tu awayî nayê qebûl kirin ku di bin navê xwepêşandanê de, hinek kesên têkder  êrîşî  buroyên partîyan û dezgehên xizmetguzarîyê û yên dewletê û cîh û warên gel bike.

Daxûyaniya PAK’ê wiha ye:

“Her êrîş û tûnd û tûjîya ku di bin navê xwepêşandanê de pêk tê, zerarê dide gelê me, dide welatê me, dide destkeftinên bi  xwîna şehîdan hatine bidest xistin.

Di demeke ku Kerkûk careke din hatîye dagir kirin, di demeke ku Bexda, Îran û hemû xêrnaxwazên Kurdistanê bi planên qirêj dixwazin Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ji holê rakin, nayê qebûl kirin ku tu kes bi êrîşên li ser partîyan û dezgehên Dewleta Kurdistanê, rê ji planên dagirkeran re xweştir bike.

Em bangî  xuşk û biryên xwe yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rêyên aştîyane daxwazên xwe bînin ziman û li destkeftîyên xwe yên 26 sal e hatine bidest xistin xwedî derkevin.

Ne Ebadî, ne Malikî, ne Heşdî Şahbî, ne  Îran dê tu alî pirsgirêkên gelê me  çareser nekin. Divê hemû partîyên sîyasî li gel gelê me yê başûrê Kurdistanê çareyan ji pirsgirêkên xwe re bibînin. Divê tu partî nebin piştgirê têkderan.Divê em ji bîr nekin ku li gel hemû pirs û pirsgirêk û kêmahîyên xwe jî, tecrubeya 26 salî ya Başûrê Kurdistanê , bi sedan qat ji dema Sedam Huseyîn, ji îdareya nuha ya Bexdayê ya gendel, mehzhebî û  li dijî mirovahîyê ye baştir e. Bexda ya di destê rêvebirîya Şîeyan de ye  jî  îspat dike ku ew jî li ser rêbaza Sedam Huseyîn de ne û dê ji zilm û zordarîyê wêdetir tu tiştan nedin gelê me.

Îdareyeke Dewleta Kurdistanê ya li gel hemû  pirsgirêk û kêmahîyên xwe jî  ji zilm û neheqîya dagirkeran çêtir e.”