HSD hêzeke piştevaniyê dişîne Bokemalê

Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) hêzeke piştevaniyê ji bo operasyona Bagera Cizîrê şande gundewarê Bokemalê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) hêzeke piştevaniyê ji bo operasyona Bagera Cizîrê şande gundewarê Bokemalê.

HSD li malpera xwe ya fermî belav kir, bi sedan şervanên xwe ji bo gundewarê Bokemalê şandiye, da ku piştevaniyê bidin hevalên xwe yên di operasyona Bagera Cizîrê de, ku niha di şerekî giran bi çekdarên DAIŞê re dikin.

Li gor HSD, wan daxwaz ji şervanên xwe kiriye, serederiyeke baş bi xelkê sivîl re bikin û ji fermanên serkirdeyên xwe dernekevin.

Di dawiya meha bûrî de artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku hêzên wê bajarê Bokemal yê ser bi Dêra Zorê ve kontrol kirine û 150 çekdarên DAIŞê ji bajêr berve rojhilatê çemê Ferît reviyane.

HSDê roja 9ê Îlona bûrî û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê çemê Ferêt kiribû. Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd behsa rola Rûsyê di operasyona Bahoza Cizîrê dike ku Rûsya piştevanyeke temam di wê operasyonê de daye wan.