Mosko û Şamê li ser operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê li hev kirin?
Li gorî pisporan, Rûsyayê bi vekêşandina leşkerên xwe yên Sûriyê ev operasyona Efrînê pejirandiye.
K24 – Enqere
Tirkiyê lez da amadekariyên operasyona li dijî Efrînê. Şandina amûrên leşkerî bo ser sînor berdewam dike û ji bo ku wesayîtên leşkerî di sînor de derbas bibin blokên bo ewlehiya sînor hatine danîn tên rakirin. Li gorî pisporan, Rûsyayê bi vekêşandina leşkerên xwe yên Sûriyê ev operasyona Efrînê pejirandiye. Daxuyaniyên Beşar Esad yên tund yên derbarê PYD de jî wek ku rêveberiya Şamê jî vê perasyonê erênî dibîne tê nirxandin. Tê diyarkirin ku di destpêka meha bê de wê operasyona Efrînê dest pê bike
Efrîna bajarê Rojava ku ev heyameke dirêj e di rojeve Tirkiyê de ye. Tirkiye ku PYDê wek pêkhateyek ji PKKê dinirxîne û ji bo xwe wek gefekê dibîne, loma dixwaze operasyonekê ji bo wê derê li dijî PYD pêk bîne.
Heta niha li wê heremê ji ber hebûna Rûsyayê ev yek pêk nedihat. Lê belê Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn rojên borî de serdana Sûriyê kir û got ew ê leşkerên xwe yên vê deverê vekêşin. Piştre sererkanê Rûsyayê serdanek sûprîz bo Tirkiyê kir û bi hevkarê xwe re hevdîtin pêk anî.
Piştî van geşedanên dawî Tirkiyê lez da amadakariyên xwe yên operasyona Efrînê û beşek blokên ku bi mebesta ewlehiyê li sînor danîbû rakir. Li gor pisporên ji Tirkiyê, ev geşedan nîşan dide ku operasyon di demek nêz de wê dest pê bike.
Pisporê Rojhilata Navîn yê ORSAMê Bîlgay Duman ji K24ê re got: “Ev operasyon demeke dirêje di rojevê de ye. Lê belê piştî hevdîtinên li gel Pûtîn û pejirandina Rûsyayê, amadekariyên vê operasyonê hat kirin. Daxuyaniyên Pûtîn û serdana sererkanê Rûsyayê ya bo Tirkiyê jî ez di vê çarçoveyê de dibînim. Tirkiye PYDê li ser sînorê xwe wek gefekê dibîne loma ev operasyon wê pêk bê. Lê belê Rûsya, ji bo ku têkiliyên xwe li gel PYDê qut neke bi awayekî sînorkirî dê destûrê bide operasyona Tirkiyê.”
Çend pispor jî balê dikşînin ser daxuyaniyên serokê Sewleta Sûriyeyê Beşar Esad yên derbarê PYDê de û dibêjin rêveberiya Şamê jî operasyona Tirkiyê erênî dibîne.
Pisporê Rojhilata Navîn yê SASAMê Muhammet Isik dibêje: “Rûsya, ji bo ku Tirkiye û rêveberiya Şamê nêzîkê hev bike operasyona Efrînê erênî dibîne. Daxuyaniyên Esad yên derbarê PYDê de dide xuyakirin ku rêveberiya Şamê jî dixwaze hemberî Tirkiyê pêngavên erênî bavêje. Tirkiye, piştî pejirandina Rûsya û Esad dê operasyona Efrînê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de ez serdana sererkanê Rûsyayê di navbera Enqere û Şamê de wek navbeynkariyekê dibînim.”
Amadekariyên Operasyona ku ev nêzîkê 3,4 meh in di rojeva Tirkiyê de gur bûne û tê amajekirin dê destpêka meha rêbendana sala 2018an de ev operason dest pê bike. Lê belê derbarê berfirehî û maweya wê operasyoneke gengez de agahiyên zelal nehatine parvekirin.