Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê: “HSD DAIŞa duyem e”
Piştî ku Serokê Sûriyê HSD wek “xayîn” binav kir, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) DAIŞa duyem e li Sûriyê.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku Serokê Sûriyê HSD wek “xayîn” binav kir, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) DAIŞa duyem e li Sûriyê.”
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad di hevpeyvînekê digel kenala “Al-Alem” ya Îranî re, ku wê sibe were belavkirin gotiye, DAIŞek din bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Sûriyê heye û Amerîka dixwaze piştevaniya wê li dijî dewleta Sûriyê bike.
Muqdad dibêje jî, her kesê kar li ser perçekirina Sûriyê bike û mercan li ser dubare tevlîkirina navçeyên Sûrî di nava dewleta Sûriyê de bike, ew ne kesên Sûrî ne û bawerî bi wan nayê.
Herwiha Muqdad ragihandiye, divê HSD ji helwesta xwe vegerin û tevlî komara Sûriyeya Erebî bibin, yan wê çarenivîsa wan wek ya DAIŞ û Nusrayê be.
Muqdad tekezî li ser wê jî kir, her kesê çek li dijî rêjîma Sûriyê hilgire di nêrîna wan de tîrorîst e.
Ev daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê di demekê de ne, roja 18 vê mehê Serokê Sûriyê Beşar Esed îro şervanên Kurd YPG û HSDê yên bi piştevaniya Amerîka rûbereke berfereh li bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞê kontol kirine bi xiyanetiyê tometbar kirin.