Malbateke Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê li kurê xwe digere
Malbata Basil Murad ji K24ê re tekez kir ku ji duh sibehê ve kurê wan derketiye û heya niha ew venegeriya ye û telefona wî jî girtî ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Malbata Basil Mehmûd Murad, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku kurê wan Basil Mehmûd Murad yê temen 25 salî, ji duh sibehê ve ji mala xwe ya li bajarokê Pîrzîn yê bi ser Hewlêrê ve derketiye û heya niha jî venegeriya ye û ti zaniyariyan li ser wî nizanin.
Malbata Basil diyar kir, ku kurê wan di avakirina xaniyan de kar dike, duh sibeha ji hevjîna xwe re gotiye: "Min karekî nû dîtiye, ezê demjimêr 5ê êvarî vegerim". Lê malbata wî ji Kurdistan24ê re tekez kir ku heya niha ew venegeriya ye û telefona wî jî girtî ye.
Herweha malbata Basil bi riya Kurdistan24ê bang li xêrxwazan dike ku alîkarî û haydariya wan bikin heger ti zaniyarî derbarê Basil Murad li cem wan hebe.
Ji bo pêwendîkirinê bi malbata Basil Murad re- Mobile: 07504221148