Berhem Salih: Hilbijartin çareseriya kirîza hikumdariyê ye li Kurdistanê
"Çareserî li Kurdistanê ye, bi diyaloga hêzên serekî yên Kurdistanê ye û hatina hêzên serbazî yên Bexdayê ji bo yekalîkirina kêşeyên siyasî di navbera aliyên Kurdistanî de, malwêranî ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Berhem Ehmed Salih, li ser twitera xwe belav kiriye "Hilbijartinên pak û zelal çareseriya kirîza hikumdariyê ye li Kurdistanê".
Berhem Salih di tiwîta xwe de dibêje: "Çareserî li Kurdistanê ye, bi diyaloga hêzên serekî yên Kurdistanê ye û ew axaftinên ku behsa hatina hêzên serbazî yên Bexdayê dikin ji bo yekalîkirina kêşeyên siyasî di navbera aliyên Kurdistanî de, karekî malwêranî ye û ew yek wek malwêraniya karesatên din yên vê dawiyê ye û ew yek li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistan û Iraqê ye".
Derbarê xwepêşandanan Berhem Salih got: "Xwepêşandanên medenî û aştîxwazane mafê rewa yê xelkê ye, erkê desthelatê ye bi yasayê parêzgariyê li wî mafî bike".
Herweha got: "Guhertina arasteya xebata medenî ji bo şewitandin û wêrankariyê di berjewendiya gendelkaran de ye. Lewra erkê me teva ye em kar ji bo parastina mafên medenî yên xelkê û bihêzkirina aştiya civakî bikin".