Iran ji daxûyaniya Stenbolê girêdayî Orşelîmê poşman bû

Ligor Welayetî ew daxûyanî Orşelîmê dike du beş. Beşê Rojhilat û beşê Rojava. Ev jî xaka Filistinê û Orşelîmê perçe dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê sereke yê Rêberê Olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî ragihand ku, daxûyaniya Civîna Stenbolê ya Welatên Hevgirtî yên Musilman, derbarê Orşelîmê de daxûyaniyek nerast bû.

Ligor Welayetî ew daxûyanî Orşelîmê dike du beş. Beşê Rojhilat û beşê Rojava. Ev jî xaka Filistinê û Orşelîmê perçe dike.

Welayetî di civîna rojnamevanî ku li paytext Tehranê de lidarxistî destnîşankir ku, “Daxûyaniya Stenbolê ne rast bû. Wekî ku du Kudis (Orşelîm) hene, ev perçekirina Filistinê ye û em napejirînin”.

Komara Islamî ya Îranê jî, di civînê de beşdarî kiribû û Serokomar Rûhanî bi xwe beşdarî di civînê de kir ku ev daxûyanî liser nave civînê belav bû, ku Îranê imze kiribû, niha Welayetî wê daxûyaniyê nerast dibîne.