Girûpek çekdarên Sune li parêzgeha Xuzistan boriyeke petrol Îranê teqand

Girûpa ku navê Ensar El-Furqan li xwe kiriye, girûpekê çekdarên Sune ye, li parêzgeha Xuzistan ya Îranê çalakiyan dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Li dijî serkutkirina xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî ji aliyê hikûmeta Îranê ve, girûpeke çekdarên Sune li parêzgeha Xuzistan (Erebistan) boriyeke petrolê li bajarê Umîdiye teqand.

Li gorî zaniyariyên ajansa Associated Press belav kiriye, wê girûpê girte vîdyoyek li ser torên civakî belav kiriye û têde ragihandiye ku ev yekemîn bizav e ji aliyê wan ve ji bo piştevanîkirina xelkê zulmlêkirî yê Îranê û ewê di rojên pêş de jî çalakiyên xwe li dijî hikûmetê berdewam bikin.

Girûpa ku navê Ensar El-Furqan li xwe kiriye, girûpekê çekdarên Sune ye, li parêzgeha Xuzistan ya Îranê çalakiyan dike, sala derbasbûyî jî serkirdeyê wê girûpê ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat kuştin.