Îran ji daxûyaniyên Kanada û Amerika dilgiran bû
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî diyarkir ku, daxûyaniyên Kanada û Amerika girêdayî xwepêşandanên li Îranê, çarçoveya diplomasî derbas kirin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî diyarkir ku, daxûyaniyên Kanada û Amerika girêdayî xwepêşandanên li Îranê, çarçoveya diplomasî derbas kirin e û helwêsta van her du welatan dilgiranî ligel Îranê peyda kiriye.
Wezareta Derve ya Kanada di daxûyaniyek taybet bi xwepêşandanên Îranê, daxwaz ji Tehranê kiribû, di çarçoveya mafên mirovî û demokrasiyê de xwe nêzîkî xwepêşandanan bike û van mafan binpê neke. Herweha Serokê Amerikayê Donald Trump liser sosyal medya piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanan anîbû ziman û êrîşên hêzên ewleyiî yên Îranê tewanbar kiribû.
Di xwepêşandanên Îranê de, ku di destpêkê de rexneya siyaseta aborî dikirin, çarçove berfereh bû û daxwazên siyasî, mafên demokrasî û rawestandina destwerdana Îranê hemberî welatên din jî hatin rexnekirin. Heta niha ligor amarên fermî 12 kesan jiyana xwe jidest da ye û bi sedan brîndar hene. Bi sedan xwepêşander jî hatine desteserkirin.