Vicenc Fisas: Divê Tirkiye çand û zimanê Kurdan binase
Ji Zankoya Otonom ya Barselonayê Vicenc Fisas got ku ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê divê diyalog û danûstandin hebe.
K24 – Stenbol
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê li Stenbolê ji bo pêvajoya çareseriyê binirxînin konferansek saz kir. Ji Zankoya Otonom ya Barselonayê Vicenc Fisas got ku ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê divê diyalog û danûstandin hebe.
Rojnameger Murat Çelîkkan, Akademîsyen Yuksel Taşkın, nûnerê mirovên aqilmend Tarik Çelek beşdarî civînê bûn û derbarê proseya aştiyê de axifîn.
Vîcenç Fîsasê ku li gelek welatan derbarê gotûbêjên proseya aştiyê de lêkolin kirine jî beşdarî konferansê bû. Vicenc Fisas got ku pêwist e destpêkê Tirkiye, çand û zimanê Kurdan binase û paşê jî dest bi gotûbêjên sîyasî bike.
Fisas wiha axifî: "Niha aliyê Tirk naxweze ku sedema bingehîn a pirsa Kurdan bibîne. Tirkiye, bêyî qebulkirina çand û zîmanê Kurdan, nikare behsa dîyalogê bike. Herwiha pêwiste hikûmeta Tirk bersivê bide daxwazên Kurdan ên sîyasî û îdarî."
Rojnameger Murat Çelîkkan jî bal kişand ser şerê ku niha li Bakurê Kurdistanê heye. Çelîkkan da zanîn ku, pêvajoya AKP û HDP bi hevre bidin destpêkirin dê baştir û çavên sêyem jî pêwîst dît.
Çelîkkan got: "Dema ku em li proseyên danûstandinan ên li cîhanê dinêrin, em dibînin ku di wan gotûbêjan de her tim çavdêran cih girtine. Saziyên navnetewî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl dikarin di vê pêvajoyê de çavên sêyem bibin. Herçiqas Tirkiye wê qebûl neke jî, PKK, ji bo çavderiyê bikin, Emerîka û Almanya, pêşniyar kiribû. Divê ew jî bên gotûbêj kirin."
Ji sala 2013an heta hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an Tirkiye ketibû qonaxekî nû û bi proseya aştiyê gelek gav hatibûn avêtin. Lê ev çend meh in li Tirkiyê dengê çekan careke din bilind dibe û niha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê şer dest pê kiriye. Herçiqas di bernameya hikûmetê de pêvajoya çareseriyê di rêza yekem de be jî, lê heta niha tu gav nehatine avêtin.

