Xamineyî: Xwepêşander bi kirê ji bo welatên derve kar dikin
Xamineyî: Dijminên me dixwazin di çarçoveya van xwepêşandanên ku niha li welat me çêdibin, bi riya pere, çek, siyaset û dezgehên emnî tevliheviyeke bêtir li dijî Îranê çêbikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêberê Komara Islamî ya Îranê Elî Xamineyî ji bo yekem car derbarê rewşa welatê xwe got: Dijmin li benî derfetekê ne daku gurzekî li Îranê bidin.
Xamineyî di dema civînekê de li gel malbatên serbazên kuştî yên Îranê de got: "Dijminên Komara Islamî ya Îranê, di çarçoveya van xwepêşandanên ku niha li welat çêdibin, dixwazin bi riya pere, çek, siyaset û dezgehên emnî tevliheviyeke bêtir li dijî Îranê çêbikin".
Ev bûn 6 roj şer û pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî de, li piraniya bajarên mezin yên Îranê diqewimn, li gorî dawîn amar, heya niha 24 kes di encama wan pevçûnan de hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve berpirsên Îranî her yek ji Siûdiye û welatên rojavayî tometbar dikin, ku destên wan di nav wan xwepêşandanan de ne.