Nivîskarekî ereb ji Iraqê: Barzaniyê Nemir di dilê her Kurdekî de ye

Derbarê pirsa Kerkûkê, nivîskar li ser zimanê Yûsif Bin Dawûd dibêje: Bajarên Kerkûk, Bedlîs, Hewlêr û Sêrt ji mezintirîn bajarên Kurdistanê ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi awayekî hûrbîn û zelal, nivîskarê Iraqî Dr. Ebdilxaliq Nasir El-Amirî di pertûkeke nû de, behsa çîrokên têkoşîna serkirdeyê Kurd yê nemir Mela Mistefa Barzanî dike, ku roleke bihêz di dîroka doza Kurdî de li Iraqê lîstiye.

Pertûk di bin navnîşana "Barzanî Mistefa.. û doza Kurdî li Iraqê ji 1931-1975" de ye û ji 548 rûpelan pêk hatiye û ji aliyê weşanxaneya Dar El-Cewahirî ve li Bexdayê hatiye çapkirin û belavkirin.

Destpêka petrûkê behsa gelê Kurd dike û cugrafiya wan ya ku li ser wê dijîn, herweha behsa ziman, ol, dîrok û koka Kurdan dike.

Di beşê yekem de, pertûk behsa jiyana Mela Mistefa Barzanî dike û ew şoreşên ku serkêşiya wan dikir di serdema paşatiyê de li Iraqê ji sala 1931 heya sala 1958an.

Di beşên diwem û sêyem de, behsa wan şoreşan dike, ku Barzaniyê Nemir ji sala 1958an heya dawiya salên heftêyî ji sedsala derbasbûyî serkêşiya wan dikir beramberî sîstema Komara Iraqî, bi taybet di serdema desthilata Partiya Bees de û di wan beşan de gellek giringî bi kêşeya Kerkûkê hatiye dayin.

Di beşê çarem de, wî nivîskarî behsa dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye ku ji aliyê Barzaniyê Nemir ve hat damezirandin û di beşê pêncem de ku beşê dawîn e, bi hûrî behsa pêwendiyên derveyî yên Barzaniyê Nemir dike.

Di nava petrûkê de, bi dehan dêkomênt, pertûk, govar, doseyên kevin yên erebî hene, ku nivîskar pişt biwan ve girêda ye.

 

Wî nivîskarî ev pertûka xwe diyarî çar serkirdeyên herî binavûdengên cîhanê kiriye, ku Barzaniyê Nemir jî yek ji wan e.

Di diyarîkirina xwe de, nivîskar Ebdilxaliq El-Amirî dibêje: "Ez vê lêkolîna xwe diyarî Nemirê Mezin Mela Mistefa Barzanî serkêşê şoreşa Kurdî dikim û ez bejna xwe li pêşya navê wî yê Nemir diçemînim".

 

Herweha nivîskar behsa gellek hûrkariyan li ser Barzaniyê Nemir kiriye û dibêje: "Ji nav hemû serkirdeyên tevgera netewî ya Kurdî, rêzeke taybet û cihekî taybet ji bo Barzanî di dilê Kurdan de heye, wêneyê Barzaniyê Nemir li malên Kurdan li Tirkiyê, Sûrya û Îranê jî tên dîtin, ji ber ku jiyana wî ji wan re weke efsaneyekê ye".

El-Amirî dixwaze wê yekê piştrast bike, ku hîn jî Barzanî di dil û wîjdanê Kurdan de zindî ye û dibêje: "Qaremaniyên Barzaniyê Nemir di meydanên şer de, cihê serfiraziyê ye li cem gelê Kurd".

 

Derbarê pirsa Kerkûkê, nivîskar balê dikşîne ser gotina zanayê navdar Yûsif Dawûd ku bi naznavê "Iqlîmis" dihat naskirin û dibêje: "Bajarên Kerkûk, Bedlîs, Hewlêr û Sêrt ji mezintirîn bajarên Kurdistanê ne".

Nivîskar Ebdilxaliq Nasir El-Amirî di sala 1947an de li parêzgeha Wasit jidayik bûye, di sala 1959an de li gel malbata xwe hatiye Bexdayê daku xwendina xwe berdewam bike û piştre bawernameya Master ji Peymangeha Erebî ya Lêkolînên Erebî wergirt.