TEV-DEM bang li gelê Îranê dike

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê piştgirî û alîkariya xwe bi hemû rêbazên rewa bi daxwazên gelên Îranê re aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê piştgirî û alîkariya xwe bi hemû rêbazên rewa bi daxwazên gelên Îranê re aşkere kir. 

TEV-DEMê di daxuyaniya xwe got, di nirxandina aloziyên dijwar ên li Rojhilata Navîn dibin, piştrast dibe ku sîstema netewdewlet têk çûye û nikaribû çareseriyan ji dozên heyî re peyda bike.

TEV-DEMê amaje bi wê kir, qonaxa veguhertina demokratîk êdî gavên mezin avêtine. Çi sîstem be eger daxwaza gelan pêk nîne, bê guman çarenûsa wê dê ji ya beriya wê ne cuda be.

TEV-DEMê got jî: “Em weke Desteya Rêveber a TEV-DEM piştgirî û alîkariya xwe bi hemû rêbazên rewa bi daxwazên gelên Îranê re yên girêdayî guhertin û veguhertina demokratîk eşker dikin.”

Herwiha bang li gelên Îranê kir, li ser bingeha çareseriya demokratîk dozên xwe yên sereke û di serî de doza gelê Kurd çareser bikin û ji bo çareserkirina hemû aloziyên Rojhilata Navîn xwe bispêrin çareseriya netewa demokratîk, ku niha li Rojava û Bakurê Sûriyê gavên girîng di vê derbarê de hatine avêtin.

Ev bûn 6 roj Xwepêşandan li Îranê bi berferehî didomin, alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî de, li piraniya bajarên mezin yên Îranê diqewimin, li gorî dawîn amar, heya niha 24 kes di encama wan pevçûnan de hatine kuştin. bi sedan brîndar hene û bi hezaran jî hatine girtin.