Trump: Emê di dema guncayî de piştevaniya gelê Îranê bikin

Trump: Amerîka di demeke guncayî de wê piştevaniya gelê Îranê bike û Amerîka rêza wan îraniyan digire, ku bizavan dikin, desthilatê ji destê hikûmeta gendel derxînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump careke din piştevaniya îdareya xwe ji xwepêşanderên Îranê re tekez kir û ragihand ku, Amerîka rêzeke mezin li gelê Îranê digire.

Li ser hejmara xwe ya taybet ya twitterê Trump dibêje: "Amerîka wê di demeke guncayî de piştevaniya gelê Îranê bike û Amerîka rêza wan îraniyan digire, yên ku bizavan dikin, desthilatê ji destê hikûmeta gendel derxînin".

Ev bû hefteyek xwepêşandan li piraniya bajarên Îranê, li dijî hikûmetê berdewam dikin û heya niha gellek welatên mezin yên cîhanê piştevaniya xwe ji xwepêşanderan re tekez kirine.