Riza Pehlewî: Divê Amerika piştgiriya xwepêşandaran bike

Kûrê Şahê Îranê yê berê, Riza Pehlewî di hevpeyvîna xwe ligel Reuters de daxwaza piştevaniya xwepêşandarên Îranê ji Amerikayê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kûrê Şahê Îranê yê berê, Riza Pehlewî di hevpeyvîna xwe ligel Reuters de daxwaza piştevaniya xwepêşandarên Îranê ji Amerikayê kir.

Pehlewî got ku, “desthilata Îranê derfeta bikaranîna internetê û sosyal-medya ji alî xwepêşandaran ve qedexe kiriye. Ev yek bûye eger ku, raya giştî nikare rastiya rûdanên Îranî bizanibe. Amerika di vê babetê de dikare destê alîkariya bigihîne xelkê Îranê, tenê gotin nabe, divê alîkarî rasteqîn pêk be. Di ware bikaranîna internetê û sosyal-medya de Amerika dikare piştevaniya xwe nîşan bide…”