Îran beşek ji mîlîşyayên xwe ji Sûriyê vedikişîne
Îran beşekê ji hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne hundirê Îranê, ji bo kontrola rewşa navxweyî ya Îranê bike û xwepêşandanan serkot bike, ku ketiye roja xwe ya heştem.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran beşekê ji hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne hundirê Îranê, ji bo kontrola rewşa navxweyî ya Îranê bike û xwepêşandanan serkot bike, ku ketiye roja xwe ya heştem.
Malpera “Al-Arabiye” ji ser zarê jêderekî agahdar belav kiriye, supaya Pasdaran daxwaz ji balyozxaneya Îranê li Şamê kiriye, mîlîşyayên Îranî kom bike û vegera wan ji bo naxweyîya Îranê birêk bixe.
Li gor wî jêderî, di naveroka nameyê de amaje bi wê hatiye kirin, êdî pêwîstiya hebûna wan hêzan li Sûriyê nemaye û divê bilez vegerin Taranê.
Li gor zanyariyên wê malperê, Taranê mîlîşyayên Şîe anîne Îranê û li Ehwazê belav kirine, bi taybet li meydan û kolanên sereke, yên xwepêşandan tê de dibin.
Ji aliyekî din ve, kenala “Amed News” ku ya opozîsyonê ye û romala xwepêşandanan dike li “Telegram” belav kir, li bajarê “Xumeyî Şehr” a Asfehanê rêjîma Îranê bi hezaran “çeteyên” Efxanî xistine nava hêzên ewlehiyê.
Xwepêşandanên Îranê ketiye roja heştemîn û hejmara kuştiyê di nava rêzên xwepêşanderan de gihêştiye 23 kuştiyan.