Amerîka bo Îranê: Cîhan çavdêriya kiryarên te dike

Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley hişyarî da desthilatên Îranê û got: “Cîhan çavdêriya bersiva Îranê li hember xwepêşandanan dike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley hişyarî da desthilatên Îranê û got: “Cîhan çavdêriya bersiva Îranê li hember xwepêşandanan dike.”

Duh li ser daxwaza Amerîka Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Îranê de civiya, tevî nerazîbûna Rûsyayê ji wê civînê re, ya ku Amerîka tometbar kir ku destêwerdana karûbarên Îranê yên navxweyî dike.

Balyoza Amerîka di NY de Nikki Haley got: “Rêjîma Îranê êdî dizane ku cîhan çavdêriya kiryarên wê dike.” Ji Encûmena Asayişê re jî got: “Gelê Îranê li zêdetirî ji 79 cihî li seranserî wî welatî serî hildide.”

Nikki Haley hikûmeta Îranê tometbar kir, ku piştevaniya operasyonên leşkerî yên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên Şîe dike, di demekê de gelê Îranê azarê dibîne.

Herwiha got: “Gelê Îranê ji hikûmeta xwe re dibêje, piştevaniya ji terorê rawestîne, bi milyaran Dolar nede kujer û dîktatoran, samanên me li çekdarên biyan belav neke.”

Ji roja 28ê Berçileya bûrî de xwepêşandanên nerazîbûnê li Îranê dest pê kir, li gor amaran jî ta niha 23 kes hatine kuştin û bidehan kes birîndar bûne.