Rêberê Olî yê Sunneyên Îranê: Bes tadeyê bikin!
Yek ji rêberên olî yên Sunneyên Îranê, Mewlewî Ebdilhemîd Ismailzehî, rexne li siyasetên dewleta Îranê kir û got: Bes tadeyê li xelkê bikin!
K24 – Navenda Nûçeyan
Yek ji rêberên olî yên Sunneyên Îranê, Mewlewî Ebdilhemîd Ismailzehî, rexne li siyasetên dewleta Îranê kir û got: Bes tadeyê li xelkê bikin!
Di bangewaza xwe ya ji bo desthilata Îranê de Ismailzehî xwest ku, berpirsên dewletê û hukimetê dive guh bidin daxwazên xwepêşandaran û di çarçoveya azadiyên olî û destûrî de tadeya xwe liser xelkê rawestînin.
Ismailzehî herweha bal kişand tadeya taybet a liser Sunneyan û got ku ev helwêst divê bidawî were. Destnîşankir ku, herçend li hin herêman, bajaran û deveran hejmara Sunneyan ji ya Şieyan zêdetir e jî, birêvebirên herêmî, qeymiqam û berpirsiyar ji Şieyan tên danîn.