Çarenivîsa 10 xwendevanên girtî yên zanîngehên Tehranê nediyare

Li gorî zaniyariyên Kurdistan24ê, 5 xwendevanên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav wan xwendevanên nediyar de ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê komisyona perwerdê di Perlemana Îranê de, Mehmûd Sadiqî ragihand, 10 kes ji wan xwendevanên ku di hefteya derbasbûyî de hatibûn girtin, çarenivîsa wan nediyare û heya niha nehatiye zanîn ew li çi cihî ne.

Bi gotina Sadiqî: Ew xwendevan di xwepêşandanên nerazîbûnê de ji derveyî zanîngehê hatine girtin.

Berî niha jî, endamekî Perlemana Îranê eşkere kir, ku di hefteya derbasbûyî de 90 xwendevanên zanîngehê ji aliyê wezareta Itîla'ata Îranê ve hatine girtin.

Li gorî zaniyariyên Kurdistan24ê, 5 xwendevanên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav wan xwendevanên nediyar de ne.