Hunermendeke Kurd li xwendingehên olî dersên mûzîkê dide û li yaneyan distirê
Melîs: Di vê derbarê fişarên bîrdozî û aydiyolocî li ser min hene, lê ev yek ji min re nabe pirsgirêkeke mezin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hunermenda Kurd Melîs Berçem Demîr hem li dibistana olî Îmam Xetîbê mamosteya dersa mûzîkê ye û hem jî li bar û restoranan stranên bi Kurdî dibêje. Ew dibêje divê derbarê li serê zextên bîrdozî hene lê ji bere w pirrengî difikere ev yek jê re nabe arîşeyeke mezin.
Hunermenda Kurd û mamosteya dersa muzîkê Melîs Berçem Demîr di sala 1992an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Di serdema zanîngehê de ew bi rêya projeyeke konsolxaneyê diçe Amerîkayê û li vir sê salan dimîne. Digel zimanê îngilîzî li Amerîkayê perwerdeya Teoriyên Rojava yên Muzûka Hemdem, li Tirkiyê jî ya Turk Sanat Musîqîsî, yanî mûzîka qesrî û bajarî dibîne. Wê ji xwe re kiriye amanc ku Muzîka Qesrî û Bajarî ya Kurdî çêke, ku berî niha kêm caran hatiye çêkirin. Herwiha ew ji bilî Kurdî, bi Tirkî, Arebî û Ermenkî jî stranan dibêje û li ser sahneya xwe sînoran nasnake. Ji kilaman bigirin heta rock û her cure stranên klasîk jî dibêje.
Melîs Berçem Demîr ji K24ê re wiha axivî: "Ez di sahneya xwe de ji Mihemed Şêxo heta Ciwan Haco, stranên rock û paşî jî klamekê ji Şivan Perwer dixwînim. Li ser sahneyê xwe bi sînor nakim. Her cure stranên bi Kurdî dixwînim. Ez li ser sahneyê xermanekê çêdikim."
Hindek aliyên hunermenda Kurd Melîs Berçem Demîr ku ji aliyê raya giştî ve nayêne zanîn jî hene. Ya yekem ew bi zimanê Kurdî nizane. Ji ber vê yekê jî gelek caran rexneyên giran lê tên girtin. Ew jî van rexneyan mafdar dibîne û dibêje; ew zaroka salên 1990î ye, di wan deman de jî zimanê Kurdî qedexe bûye. Tirs û xofeke mezin hebûye.
Melîs Berçem Demîr dibêje: "Herkes min rexne dike û dibêjin tû çima fêrî zimanê xwe nabî. Mafdar in. Kêmsiyeke mezin e. Lê ez ji zimanê xwe pir hes dikim. Her dema ku ez wan klaman dibêjim ji ser hişê xwe diçim. Dibe ku ez zêde jê fêm nekim, lê ji mûzîkê re ziman navê. Wan hevokên Kurdî car caran ji yên zimanê Tirkî bêhtir ji hinavê dixwînim."
Aliyê dûyem ku nayê zanîn jî, ya hunermenda Kurd Melîs Berçem Demîr, ew mamosteya dersa mûzîkê ye, lê li dibistana Îmam Xetîbê. Di heman demê de jî li bar û restûranan stranan dibêje.
Melîs Berçem Demîr wiha anî ziman jî: "Ez li Îmam Xetîbê mamosteya muzîkê me. Lê li baran stranan jî dibêjim. Li ser min çewsandina bîrdozî heye. Lê di bandora Îmam Xetîbê de namînim. Têgihiştin û fêmkirina her çandeke cûda û naskirina her rengekî nû, bi baweriya min serkeftineke. Loma Îmam Xetîb jî xweş e sahneya min jî."
Hunermenda Kurd Melîs Berçem Demir ji ber guhdarên wê yên li Kurdistanê jî gelekî kêfxweş e û niha li ser çend stranên soranî kar dike ku di demek nêzîk de bibêje. Ew dibêje dema diçe Hewlêrê naxwaze ji wê derê vegere. Herwiha çend plansaziyên hunerî jî dike ji bo Hewlêrê ku di demên pêş de wê ji raya giştî re jî ragihîne.