YE ji bo gotûbêjkirina xwepêşandanan, bang wezîrê derve yê Îranê dike

Gabriel: Almanya piştevaniya azadiya xwepêşandanan dike û pêwîst e Îran jî piştevaniya wê azadiyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel ragihand, ku wî pêwendî bi wezîrê derve yê Îranê û berpirsa siyasetên derve ya Yekîtiya Ewropa re kiriye û li ser wê yekê rêketine, hefteya bê, ji bo gotûbêjkirina xwepêşandanên Îranê, wezîrê derve yê wî welatî vexwendî civîna welatên Yekîtiya Ewropa bikin.

Sigmar Gabriel got: "Almanya piştevaniya azadiya xwepêşandanan dike û pêwîst e Îran jî piştevaniya wê azadiyê bike".

Ev yek di demekê de ye, ku ji serê du hefteyan ve li piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandan berdewam in û heya niha jî 24 xwepêşander hatine kuştin û bêtirî du hezar xwepêşander jî hatine girtin.