"Amerîka nikare Îranê daqûl bike"
Behram Qasimî: Wê Îran li ser meşandina siyasetên xwe li cîhan û navçeyê berdewam be
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê wezareta derve ya Îran Behram Qasimî, di kongireyekî rojnamevanî de ragihand: "Amerîkî bi nerîneke şaş li Îranê dinerin û ew di wê baweriyê de ne ku Îran welatekî lawaz e, lê di rastiyê de Îran welatekî mezin e û ti siza û dorpêç nikarin bandore li ser Îranê bikin".
Behram Qasimî got: "Wê Îran li ser meşandina siyasetên xwe li cîhan û navçeyê berdewam be û dixwazim Amerîkî zanibin ku bizavên wan nikarin Îranê daqûl bikin".