Hêzên emnî yên Îranê heya niha 3700 xwepêşander desteser kirine
Heya niha 3 xwendevanên girtî di zindanên Îranê de, di bin îşkencê de jiyana xwe jidest dane.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûnerê Taranê di Perlemana Îranê Mehmûd Sadiqî li ser Twitter a xwe eşkere kiriye, ku ji destpêka xwepêşandanan ve heya niha, hêzên emnî 3 hezar û 700 kes desteser kirine.
Bi gotina wî perlemanterî heya niha jî hejmareke mezin ji xwendevanan di nav wan girtiyan de ye û niha ew bizavên xwe berdewam dike ji bo bidestxistina hejmara dawî ya wan xwendevanên hatine girtin.
Daxuyaniyên wî perlemanterî di demekê de ne, ku ev bûn du hefte malbatên wan xwendevanên girtî li pêşya zindana Êvîn man girtine û hejmara ew xwendevanên ku di rojên derbasbûyî de, di bin îşkencê de jiyana xwe jidest dane, sê xwendevan in.