Îraniyên li Belcîka, li dijî serdana wezîrê derve yê Îranê ji bo wî welatî derketin

Xwepêşanderan daxwaz ji Yekîtiya Ewropa kirin ku ew jî wek Amerîka piştevaniya xwepêşanderan bike û pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê neke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedan welatiyên Îranî yên ku li welatê Belcîka dimînin, xwepêşananek li pêşiya baregeha Yekîtiya Ewropa li Birukselê saz kirin û bi diruşmên cuda dijatiya xwe ji bo pêşwaziya berpirsên Yekîtiya Ewropa ji Wezîrê derve yê Îranê re Cewad Zerîf dan xuyakirin.

Xwepêşanderan daxwaz ji Yekîtiya Ewropa kirin ku ew jî wek Amerîka piştevaniya xwepêşanderan bike û pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê neke.