Li Tirkiyê 40 kesên ji operasyona Efrînê nerazî ne, hatin girtin
Li Tirkiyê 40 kes bi tohmeta ku di medyaya civakî de li dijî operasyona Efrînê derketine hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 40 kes bi tohmeta ku di medyaya civakî de li dijî operasyona Efrînê derketine hatin girtin.
Piştî operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê dest pê kir, di medyayaya civakî de kesên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku nerazîbûn li dijî operasyonê nîşan didin tên girtin û heta niha hejmara girtiyan gihişt 40 kesan.
Di nav girtiyan de Hevseroka KCDê Leyla Guven û parêzer û siyasetmedar Sidki Zîlan jî heye.
Di derbarê vê mijarê de Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş jî pirsnameyek pêşkêşî parlementoyê kir û xwest ku Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bibersivîne.
Beştaş got, gelo heta niha çend kes hatine girtin û ji wan çend kes azad bûne. Herwiha dijayetiya şer li gor kîjan yasayê tawan e?